Kayıtlar

Nisan, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Twîtter û Bikarhênerê Wê yên Kurd Serdema ku em tê da nin medyaya civakî di jîyana me da pir cî digre û ji bo me jî pir girîng e. Twîtter jî yek ji wan wargehên medyaya civakî ye. Ji bo xwendina nûçeyan, ji bo tiştên li cîhanê dertên pêş, ji bo şopînerîya kesine girîng, ji bo fikir parvekirinê hwd. tê bikaranîn. Em Kurd jî wekî herkesî dixwazin van derfetan bê par nebînin û Twîtterê bikartînin. Lê dema ez dikevim Twîtterê tiştek bala min dikişîne û ez li ser vê yekê difikirim. Ew yek jî ev e, piranîya Kurdên me di Twîtterê de navê xwe yê resen an jî navê xwe yê nasnamê bikarnaînin. Ka werin ez li jêrê hinekî li ser vê mijarê hûr bibim. Gelo Kurdên me çima tiştekî wiha dikin? Ne tiştekî pir ecêb be lê aliyên wê yên civaknasîyê hene. Dunyaya em tê de dijîn li ser hîmê sedem û encaman hatîye avakirin. Ji ber vê yekê sedemên di Twîtterê de navên nerast bikaranînê jî hene. Dibe ku gelek sedemên vê yekê hebin, lê bi min sedema yekemîn xwe veşartin e. Xwe çima vedişêrin an jî