Kayıtlar

Ekim, 2018 tarihine ait yayınlar gösteriliyor
Resim
TÎRÊN WÊJEYÊ Çawa di her hêlê de bi navbûn girîng e, wisa di wêjê de jî ev yek heye. Kî nav û dengê xwe belav kiribe an jî reqlama xwe pak kiribe ew bêtir tê xwendin. Helbet feraseta wêjeyî jî girîng e lê di wêjeya Kurdî de (nemaze ji bo berhemên îroyîn) aliyê civakê ve zanîn pêşiyê tê. Ez evê ji bo vê yekê dibêjim;  carina ez pêrgî berhemên nivîskarên zêde nayên nasîn têm û lê dinihêrim gelek jî serkeftî ne. Bila yekemîn şertê we navûdeng bûna nivîskêr nebe. Carina yên nayên naskirin jî bixwînin. Ez carina di berhemên nivîskarê me de kêmasiyan dibînim an jî dibêjim 'gelo wiha binivîsanda baştir nedibû.' Ji ber wê ez jî kurtik kurtik xwe diceribînim û bi xwesteka dilê xwe dinivîsim, wêjeya xwe diafirînim. Yek ji wan ceribandinên min jî ev e: Ez? Ax ez... Ez îro ji xewê rabûm wek her rojan. Min taştiya xwe xwar û berê xwe da zanîngehê. Îro şilî hebû. Şilî barîbû û erd şil bibû serdapê. Demsal payiz e. Îro xemginiyek li min hebû, tu yê bibêjî xemginiya payîzê
Resim
BI ÇAVÊN XWÎNEREKÎ, "EZ Ê YEKÎ BIKUJIM" Û "LEHÎ" Min biryarek da ku ji vir ve heftê carekê (her roja şemiyê) blogekê ser mijarên cihê binivîsim û biweşînim. Mijara min e vî heftî, mijareke wêjeyî ye. Ez ê vî heftêyî hewl bidim ku li ser "Ez ê Yekî Bikujim" û "Lehî"yê wek xwîner, nêrînên xwe ji we re vebêjim. Agahiyên Herdu Pirtûkan Ev herdu pirtûk ji aliyê Firat Cewerî ve hatine nivîsîn. Cewerî, ev herdu pirtûk ji navên cihê weşandiye û herdu pirtûk jî qala eynî bûyer û kesan dikin. Pirtûka pêşiyê, Ez ê Yekî Bikujim'e. Ya duyem jî Lehî'ye. Pirtûk ji Weşanên Avesta derketine. Cureyê wan roman e. Kurteçîroka Romanê Roman bi karekterê Temo despê dike. Temo, panzdeh salan di girtîgehê de maye. Wek gotina wî, ew ji bo azadiya bajêr (gel) xebitiye û ji ber wê ketiye girtîgehê. Temo, sibê zû radibe û ji bo yekî bikuje dertê nav bajêr, di bêrika wî de kêrek heye û herkesê ku dibîne, bi çavên kuştinê li wan