TÎRÊN WÊJEYÊ
Çawa di her hêlê de bi navbûn girîng e, wisa
di wêjê de jî ev yek heye. Kî nav û dengê xwe belav kiribe an jî reqlama xwe
pak kiribe ew bêtir tê xwendin. Helbet feraseta wêjeyî jî girîng e lê di wêjeya
Kurdî de (nemaze ji bo berhemên îroyîn) aliyê civakê ve zanîn pêşiyê tê. Ez evê
ji bo vê yekê dibêjim; carina ez pêrgî berhemên nivîskarên zêde nayên
nasîn têm û lê dinihêrim gelek jî serkeftî ne. Bila yekemîn şertê we navûdeng
bûna nivîskêr nebe. Carina yên nayên naskirin jî bixwînin.
Ez
carina di berhemên nivîskarê me de kêmasiyan dibînim an jî dibêjim 'gelo wiha
binivîsanda baştir nedibû.' Ji ber wê ez jî kurtik kurtik xwe diceribînim û bi
xwesteka dilê xwe dinivîsim, wêjeya xwe diafirînim.
Yek ji wan ceribandinên min jî ev e:
Ez? Ax ez... Ez îro ji xewê rabûm wek her
rojan. Min taştiya xwe xwar û berê xwe da zanîngehê. Îro şilî hebû. Şilî barîbû
û erd şil bibû serdapê. Demsal payiz e. Îro xemginiyek li min hebû, tu yê
bibêjî xemginiya payîzê ye. Ew xemginiya helbestvanan ji xwe re kirine nan û
avêtine hevana xwe. Na, ez her xemdar im û rûtirş im. Tu gunehê vê demsala
delal û zêrîn tune ye. Ma xemgînî nebûye benîştê devan û her dem mirov ber guhê
me nakin piste pist, ji ber xeman? Nizanim, kula me çiye em her dem çavê xwe
berdidin jorê, çima em her ji bo roj û şevên firaqetiyê xwe diwestînin û xwe
dizêrînin?
Min berê
xwe da zanîngehê. Şelpe şelpa lingên min tên guhê min û carina jî viziniya erebeyan. Cîna av
gol bûye, cîna jî avê cewên piçûk ji xwe re çêkiriye û diherike. Av mileta xwe
li kesî nagire û bi xweşe xweş diherike. Pelên daran ji daran weşiyane û her
der bi pelan xemiliye an jî herimiye. Fikrên min û pelên daran... Ez wan
dişibînim hev. Çawa devdor bi pelan tevlihev bûye û her pelek li ciyekî ye,
wisa jî hişê min tevlihev e. Ya birastî fikirîna min û pelan wek hev nabe. Pel
ji darê diweşin û dar ji bargiraniya wan azad dibe. Lê ez û fikrên xwe ne wisan
in. Fikrên min bi mêjiyê min ve zeliqîne û mêjiyê min diguvêşin.
Ez, di
bin giraniya hiş de, bi çokên sist rê hildidim. Rê li ber min kurt dibe, dirêj
dibe, fireh dibe... Bêhn li min diçike, ez bi çavên devdoran li xwe dinihêrim,
xwe teraziyê dixim û xwe kêm, nerind, paramayî dibînim. Ez heqaretê li xwe
dikim:
- tu nepak î, tu dûrecivak î, tu korika li
ser kodê yî...
Dîsa hevekî bêhna min tê ber min. Çavê xwe berdidim ser mirovên bi lez diçin û tên. Dibêjim, çima, çima, çi çima? Ez jî nizanim ez li pey çi me. Di hundirê xwe de di ser xwe de dikim qêrîn, dibêjim bes besss...
***
Ez...
Gelo "ez"a min heye an na? Gelo ev "ez"a ez lê xwedî dertêm
û min dest daniye ser a min e? Gelo ez afirînerê "ez"a xwe me an
civakê ji min re "ez"ek çêkiriye? Nizanim. Lê tiştê ez dizanim ez û
ev "ez"a em li hev nakin.
Yorumlar
Yorum Gönder