BI ÇAVÊN XWÎNEREKÎ, "EZ Ê YEKÎ
BIKUJIM" Û "LEHÎ"
Min
biryarek da ku ji vir ve heftê carekê (her roja şemiyê) blogekê ser mijarên
cihê binivîsim û biweşînim. Mijara min e vî heftî, mijareke wêjeyî ye. Ez ê vî
heftêyî hewl bidim ku li ser "Ez ê Yekî Bikujim" û "Lehî"yê
wek xwîner, nêrînên xwe ji we re vebêjim.
Agahiyên Herdu Pirtûkan
Ev
herdu pirtûk ji aliyê Firat Cewerî ve hatine nivîsîn. Cewerî, ev herdu pirtûk
ji navên cihê weşandiye û herdu pirtûk jî qala eynî bûyer û kesan dikin. Pirtûka
pêşiyê, Ez ê Yekî Bikujim'e. Ya duyem jî Lehî'ye. Pirtûk ji Weşanên Avesta
derketine. Cureyê wan roman e.
Kurteçîroka Romanê
Roman
bi karekterê Temo despê dike. Temo, panzdeh salan di girtîgehê de maye. Wek
gotina wî, ew ji bo azadiya bajêr (gel) xebitiye û ji ber wê ketiye girtîgehê.
Temo,
sibê zû radibe û ji bo yekî bikuje dertê nav bajêr, di bêrika wî de kêrek heye
û herkesê ku dibîne, bi çavên kuştinê li wan dinêhêre. Hetanî kuştina diya xwe
jî di hişê xwe de derbas dike.
Temo,
ji bo pêşabûnê li kafeyekî qehbikekê nas dike û niyet dike ku bi wê re razê.
Dema Temo û qehbik bi tena serê xwe dibînin, ew têdigihêje ku ew ne qehbik e û
bi zorê ketiye vî karê nepak. Navê wê Dîana ye, ew henekî qala serpêhatiya xwe
dike û ji Temo alikariyê dixwaze sewa xilaskirina wê. Ji bo hevdîtina careke
din navnîşanê dinivîse û dide Temo.
Temo,
dibihîse ku hevalê wî yê nivîskar hatiye bajêr û ew ji bo wî bibîne ber bi ciyê
ku ew ê werê dikeve rê. Lê wê demê otobîlek Temo dixe û ew ser hişê xwe diçe.
(Bi Lehî'yê berdew dike)
Yê
ku otobîla wî li Temo diqelibe Nivîskar e, nivîskarê hevalê Temo. Lê nivîskar
Temo nas nake û êdî bi mirina wî bawer dikin. Nivîskar, navnîşana ku Dîana'yê
nivîsîbû di destê Temo de dibîne û hildide. Nivîskar, ji bo xebera mirina Temo
bide Dîana'yê bi wê re rûdinê.
Dîana
ji Nivîskar ji bo wê xilas bike lavaya dike û serpêhatiya xwe ji nivîskêr re
dibêje. Dîana demekê li çiyê şer dike û paşê dîl dikeve û wê bi zorê dikin
qehbik. Nivîskar, gelekî bi bandor dibe û biryar dide ku Dîana'yê rizgar bike û
navê Lehî lê dike, ji bo xweveşartinê.
Nivîskar, Lehî'yê xilas
dike û dibe Sêwêdê. Li wir jî gelek tişt diqewimin…
Nêrîn û Rexne
Dema
meriv romanên ku Kurmancî hatine nivîsîn dinihêre, meriv dibîne ku romana
Kurmancî hê nepijiyaye û ji bo bigihêje romanên hevdemên xwe û romana cîhanê hê
gelek rê li pêşiyê ye. Lê meriv gelemperî dêhna xwe bidê, tê dîtin ku
pêşketineke berbiçev heye. Çiqas jî Kurmancî zimanekî dewletekê nîn e û gelek
kêm tê xwendin jî geşbûna romana Kurmancî meriv dilşad û hêvîdar dike. Ev rêze
romanên Cewerî jî yek ji wan sedemên hêvîdariye me ne.
Zimanê
Cewerî, gelekî hêsan û rojane ye. Yekî/a ku deh pirtûkên Kurmancî xwendibe
dikare bi hêsanî van romanan bixwîne û fêm bike. Çawa zimanê wî zelal û
herikbar e wisa jî ji zimanekî wêjeyî dûr e. Cewerî, kêm wêjevaniya xwe dide
der û gelek kêm peyvan direqisîne. Pirî caran tenê peyvan ji bo bûyerê vebêje
bikar tîne û ji bo em xwîner çêjeke wêjeyî jê hildin hewl nade. Wek mînak gelek
gotinên kelepora Kurmancî hene, lê ev di van romanan de nayên dîtin û bilî van
nivîskar hunera afirîneriyê bikar nayîne, hema tenê wek zimanê rojnameyan e. Lê
zimanê nivîskar ji bandora herêmî dûr e û nêzîkê zimanê standart e. Me Kurdan
zimanekî standart ê çîrok û romanan destxistiye lê ji bo helbestê ev nayê
gotin. Zimanê helbesta Kurmancî ji standardiyê dûr e, dibe ku ev jî helbestên
me xweşiktir dike.
Xêncî
van di wêjeya me de "hunera teswîrê" nayê kirin û nivîskarên me pirî
caran li ser mîndera çîrokbêjan ciyê xwe diedilînin. Dibe ku qasî Yaşar Kemal
nikarin teswîrê bikin lê kêmaniya evqas jî nabe.
Wêjeya
Kurmancî, li ser fikra "Ji bo gel huner"ê ye û bi vî tehrî berheman
dide. Nivîskarên me ji rastiyê naqetin, dibe ku nikarin biqetin. Û nikarin li
ser dunyayeke ku ji derd û kulên Kurdan dûr binivîsin. Dibe ku wêjevaniya rast
ev be lê mirov dixwaze nêrînên cuda jî hebin.
Cewerî,
bi qarekterê xwe yê Temo, qarekterê Biyanî'ya Albert Camus ê bi navê Meursault
tîne bîra min, lê Temoyê me hevekî derûniya wî ne baş e:) Çawa Meursault, ji
civakê cudatir û biyanîtir e Temo jî wisa ye. Meursault, ji mirovê hevdemê xwe
cuda ye û ev herî berbiçav di bûyera mirina diya wî de tê dîtin. Wextê diya wî
dimire ew nagirî, xemgîn nabe û gelekî xwînsar tevdigere. Temo diya xwe dikuje
û qet nagirî û carina dibêje, min başkir ew kuşt û ji ezabê wê xilas kir. Jixwe
kuştina diya xwe jî biyanîbûn nîn e? Lê bêtir Temo derûnxirab e.
Em
heger wêjeyê ji jiyanê qut nefikirin û wêjeyê wek rastî û neynika jiyanê
bifikirin, em dikarin hemû fikrên di van romanan de li ser avê dikevin hildin
cidiyê. Cewerî, di van romanan de ciyekî de behsa tunebûn an kêmbûna romanûsên
jin ên Kurd dike. Min jî dema romanên Kurmancî tevdidan min zêde jin û pênûsa
wê nedît. Bi we diyar e jin di civaka me û ya hemû Rojhilata Navîn de paramayî
ye, na parahîştî ye, para hatiye hîştin! Jin, keriyek ji vê jiyanê ye lazim e
ev jiyana nîvco were temam kirin. Ji ber ku nêrîna jinê delal e, bi qedr e.
Nivîskar,
bêhêvîtiya siyasî dide mirov û dibêje tu çi jî bikî jî civak li pişt te nîn e.
Wê civakê herdem li pey jiyana xwe ye rojane be û yê ji hezaran tenê çend kesan
bikin qurban. Dibe rast be û dibe nebe jî:)
Ji
van herdu romanên nivîskar meriv di bin mînetê de hîştinê dibîne. Dibêje min
kir we neşêkirand û we qedrê min negirt. (Min çawa got ku heger em wêjeyê wek
neynika civakê bibînin, dikarin vê yekê bibêjin. Wekî din nivîskar raste rast ev
negotiye, bi devê lehengan em dibihîsin.
Hevdu
girêdana nivîskar a "şoreşgerî" û "qehbiktê"yê jî gelek tê
rexnekirin, qasî ku ez devûdora xwe dibînim. Dibêjin çawa yeke/î şoreşger
dikare bibe qehbik? Bi min jî hinekî xerîb û di necî de hat lê wêjevan azad e,
dikare çiyê li hewa jî daliqîne û wisa bide ber tîrên wêjeyê.
Cewerî,
di van rêze romanên xwe de vê pirsê jî meriv dide pirsîn: "Rêya welatekî
xerîb girtin rev e an rêbazeke têkoşînê ya nû ye?" Ez di vir de tiştekî
nabêjim, hûn li xwe bipirsin ez ê jî li xwe:)
Yorumlar
Yorum Gönder