Twîtter û Bikarhênerê Wê yên Kurd

Serdema ku em tê da nin medyaya civakî di jîyana me da pir cî digre û ji bo me jî pir girîng e. Twîtter jî yek ji wan wargehên medyaya civakî ye. Ji bo xwendina nûçeyan, ji bo tiştên li cîhanê dertên pêş, ji bo şopînerîya kesine girîng, ji bo fikir parvekirinê hwd. tê bikaranîn. Em Kurd jî wekî herkesî dixwazin van derfetan bê par nebînin û Twîtterê bikartînin. Lê dema ez dikevim Twîtterê tiştek bala min dikişîne û ez li ser vê yekê difikirim. Ew yek jî ev e, piranîya Kurdên me di Twîtterê de navê xwe yê resen an jî navê xwe yê nasnamê bikarnaînin. Ka werin ez li jêrê hinekî li ser vê mijarê hûr bibim.

Gelo Kurdên me çima tiştekî wiha dikin? Ne tiştekî pir ecêb be lê aliyên wê yên civaknasîyê hene. Dunyaya em tê de dijîn li ser hîmê sedem û encaman hatîye avakirin. Ji ber vê yekê sedemên di Twîtterê de navên nerast bikaranînê jî hene. Dibe ku gelek sedemên vê yekê hebin, lê bi min sedema yekemîn xwe veşartin e. Xwe çima vedişêrin an jî ji kê vedişêrin? Kurd jî mîna herkesî Twîtterê bikartînin an jî hewceye bikarbînin, ji ber ku ne malê netewekî an jî komekê tenê ye. Lê dema em tê de nin zordestîya dewletê bêtir rehên xwe berdide nav civakê û xwîna civakê dimije. Kurdên me yên Twîtterê bikartînin bi navên neresen xwe ji vê tehdeya dewletê diparêzin. Ew jî heta cîyekî. Dewlet bixwaze dikare zulmê li wan jî bike. Rê û rêbazên dewletê pir in. Xwedîyên medyayên civakî pirî caran agahîyên kesane bi dewletan ra par ve dikin. Rojên borî derbarê Facebookê de nûçeyên vî rengî di malper û rojnameyan ds cî girtibûn. Lazim e ku em zêde pişta xwe bi wan ra girê nedin. Ev sedema min anî ziman sedemeke ne ewqas girîng e. Sedema herî girîng bi min ev e: Kurd navê xwe yê di nasnemê de hatîye xêzkirin nerazî ye û wî navî car caran xwe re wek heqaret binav dike. Dema meriv li nasnameyan dinihêre dibîne ku hin nav ji kanîya nijadperestiya Tirk hatine hildan û di bêrikên me Kurdan de her dem bi me ra digerin û giranîyê li me dikin. Ji wan navan çend mînak; öztürk, bozkurt, turan, türk, kurt hwd. Her Kurdê hişyarbûyî û xwedî hişmendî naxwaze bi van navan an jî bi van paşnavan were naskirin û di Twîtterê da navê xwe diguhurîne. Û navekî Kurdî li xwe dike. Bi vî tehrî bertek nîşan dide. Derfet hebe yê navê xwe yê di nasnamê da nivîsî jî biguherînin lê mixabin li hemberî wan dewleteke ne demoqratîk heye û vê dewletê pişaftin ji xwe re kirîye karekî xwezayî. 

Ev sedema min li jor vegot alîyê civakî û polîtîk da ji me ra gelek tiştan dibêje. Bi qêrîn dibêje hûn çiqas Kurdan winda bikin jî Kurdên dîsa hebûna xwe biparêzin û yê tilîyên xwe yê Kurdî çavê we re bikin.
           

Yorumlar

  1. Destê we sax be
    Bi hêviya ku hun bloga xwe hê dewlemendtir bikin

    YanıtlaSil
  2. Spas dikim. Blog hê nû ye. Hêviya min jî ew e, demên bê de wê baştir be.

    YanıtlaSil

Yorum Gönder

Bu blogdaki popüler yayınlar