
TÎRÊN WÊJEYÊ Çawa di her hêlê de bi navbûn girîng e, wisa di wêjê de jî ev yek heye. Kî nav û dengê xwe belav kiribe an jî reqlama xwe pak kiribe ew bêtir tê xwendin. Helbet feraseta wêjeyî jî girîng e lê di wêjeya Kurdî de (nemaze ji bo berhemên îroyîn) aliyê civakê ve zanîn pêşiyê tê. Ez evê ji bo vê yekê dibêjim; carina ez pêrgî berhemên nivîskarên zêde nayên nasîn têm û lê dinihêrim gelek jî serkeftî ne. Bila yekemîn şertê we navûdeng bûna nivîskêr nebe. Carina yên nayên naskirin jî bixwînin. Ez carina di berhemên nivîskarê me de kêmasiyan dibînim an jî dibêjim 'gelo wiha binivîsanda baştir nedibû.' Ji ber wê ez jî kurtik kurtik xwe diceribînim û bi xwesteka dilê xwe dinivîsim, wêjeya xwe diafirînim. Yek ji wan ceribandinên min jî ev e: Ez? Ax ez... Ez îro ji xewê rabûm wek her rojan. Min taştiya xwe xwar û berê xwe da zanîngehê. Îro şilî hebû. Şilî barîbû û erd şil bibû serdapê. Demsal payiz e. Îro xemginiyek li min hebû, tu yê bibêjî xemginiya payîzê...